Miriyên bûyera Deryaya Spî 800 kes in

Miriyên bûyera Deryaya Spî 800 kes in

Rojava News: Di keşteya ku roja yekeşmê ya borî de li Deryaya Spî binavbû, 800 kesî jiyana xwe ji dest da. Polîsê Îtalyayê kaptanê gemiyê û yek ji taxmê wê girtin.

Berdevka Komîsyona Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî li Îtalyayê, Karlota Samy eşkere kir ku hejmara kesên ku di encama binavbûna gemiyê de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 800 kesî.

Komîsyona penaberan ew hejmara qurbaniyan bi rêya her 27 kesên ku rizgar bûne û gihiştine bendava Katanya li Sikilyayê, piştrast kiriye.

Li aliyê din, dozgeriya giştî ya Îtalya, kaptan û yek ji taxmê gemiyê ku ji bûyerê rizgar bûne, tometbar kirin ku ew bazirganiyê bi mirovan dikin.

Hat gotin ku kaptan hemwelatiyê Tûnisê ye û kesê din jî xelkê Sûriyê ye.

Alîkarê Dozgerê Giştî yê Îtalya, Roko Ligory diyar kir ku kaptanê gemiyê herwiha bi xemsariya ku ji ber wê bi sedan kes bûne qurbanî, hatiye tometbarkirin.