DYAyê keştiyên şer ên nû şandin Yêmenê

DYAyê keştiyên şer ên nû şandin Yêmenê

Rojava News: Hêzên behrê yên DYAyê daxuyand ku wan bi keştiyeke balafirê ve kruvazorek şandin behra li nêzî Yemenê.

 

Di daxuyaniya hêzên behrê de hat gotin ku keştiya balafira şer a bi navê USS Theodore Roosevelt roja yekşemê gihîşte Behra Ereb.

 

Hat gotin ku ev keştiyên ku hatine şandin wê bigîhîje hêzên Amerîkayê yên ku li behra ereb, kendava Adenê, avtenga Babul Mendep û deryaya sor a başûr wezîfeyê dikin.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca van operasyonan ew e ku ev herêm ewlehî bibe. Di rojên dawîn de Amerîkayê li Yemenê hêza xwe xurttir kir, sedema vê jî ew e ku li herêmê îstiqrar tune."