Rojava News: Bi boneya 100. Salvegera qirkirina Ermeniyan nêrîn û guftugoyên cûda derdikevin, li ser vê yekê parlamentoya Awusturya jî di daxuyanekê de qirkirina Ermeniyan bi fermî pejirand. 6 komên li parlamentoya Awusturya bi fermî qirkirina Ermeniyan, Sûryanî û Rumiyên Pontus yên ji aliyê împaratoriya Osmaniyan ve hatin qirkirin bi fermî pejirand.
Bi vî awayî Awusturya bû welatê şeşemîn yên ku qirkirina Suryaniyan pejirandî. Berî niha jî Îsveç, Ermenîstan, Hollanda, Vatîkan û Komara Çek qirkirina Suryaniyan (Seyfo) pejirandin.
Heta niha qirkirina Ermeniyan ji aliyê 22 welatan ve hatiye pejirandin.
