Yekîtiya Ewropayê derbarê koçberên neyasayî de dicive

Yekîtiya Ewropayê derbarê koçberên neyasayî de dicive

Rojava News:  Rayedarên Yekîtiya Ewropayê îro civîneke awarte derbarê pirsa koçberên neyasayî de li Brukselê li dar dixin û tê gotin ku ewê derbarê pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî qaçaxçiyên mirovan li Lîbyayê gotûbêj bikin.

 

Li gor ajansa AP, rayedarên Yekîtiya Ewropayê wê di civîna xwe ya îro de pêşniyarekê gotûbêj bikin ku daxwaz dike operasyoneke leşkerî li dijî kesên ku qaçaxçîtiyê bi mirovan dikin, pêk bîne.

 

Hat gotin ku ew pêşniyar diyar dike ku pêwîst e gemiyên ku ji bo veguhestina koçberan tên bi kar anîn, berî ku ji aliyê qaçaxçiyan ve bên bi kara anîn, werin eşkerekirin û têkbirin.

 

 

Civîna îro piştî wê yekê tê ku roja yekşemê ya borî zêdetirî 800 koçber li nêzîk peravên Îtalyayê di Deryaya Spî de xeniqîn.