Rojava News: Di 100mîn salvegera Ermeniyan de, wê 24’ê Nîsanê li Ermenîstanê merasîmek bê li darxistin. Serok dewletê Rusya Vîlademîr Putîn yê ku xwe amade dike biçe merasîmê jî, gotina ‘Komkujî’ bikaranî.
Piştî rêberê rûhanî yê Katolîkan Papa Francesco, Pûtîn jî ji bo bûyerên sala 1915’an ên li dijî Ermeniya got, ‘Komkujî’. Putîn ji bo bernameya ‘Cîhanek bê Komkujî’ ya ku li Moskova hat pêşkêş kirin de peyamek şand. Serok dewletê Rûsya di peyama xwe de got: “Dîroka 24'ê Nîsana 1915 yek ji bûyerên herî tirsnak û dramatîke, ev rastiyeke bi êşe di dîroka qirkirina Ermeniyan de.”
Vlademîr Putîn wiha got: “Rusya vê trajedî û êşê weke pirsigrêka xwe dibîne, piştî 100 salan ji bo kurbaniyên vê trajediyê bejna xwe di tewîne.”
Duh jî parlamentoya Awusturya qirkirina Ermeniyan pejirand. Piştî vê yekê Tirkiyê sefîrê xwe yê li Awusturya vekêşa.
