Rojava News: Îro 100 sal di ser “Qirkirina Ermeniyan” de derbas dibe ku di sala 1915an de li ser destê Osmaniyan pêk hat.
Bi vê boneyê gelek merasîm li Kurdistan û seranserê dinyayê tên lidarxistin.
Li paytexta Ermenistanê, Yêrîvanê jî 100emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan bi amadebûna Serokê wî welatî Sêrc Serkîsyan, Serokê Fransayê Francoise Hollande û Serokê Rûsya Vladîmêr Putîn hat lidarxistin.
Di merasîmê de kesên beşdar yek bi yek gul li ser gora ku ji bo bîranîna Qirkirina Ermeniyan hatibû amadekirin, danîn.
Serokê Ermenistanê Sêrc Serkîsyan di gotara xwe de Qirkirina Ermeniyan şermezar kir û ji civaka navdewletî û cîhanê bi tevahî xwest ku wê qirkirinê wek jenosîd bidin naskirin.
