Ewropayê dê 5 hezar Fransa jî 700 penaberên Sûriyê werbigre

Ewropayê dê 5 hezar Fransa jî 700 penaberên Sûriyê werbigre

Rojava News: Fransa ragihand ku ewê navbera 500 heta 700 penaberên Sûriyê werbigre.

Serokê Fransa Franscois Hollande di dawiya Lutkeya Brûksel a taybet bi rûbirûbûna koçberiya neyasayî de ragihand ku welatên Ewropayê dê 5 hezar penaberên ku berê li welatên din weke penaber hatine tomarkirin werbigrinê. Hollande got, dê Fransa jî ji wan 500 heta 700 penaberan werbigre.

Di Lutkeya Brûksel de welatên Ewropayê çend tedbîr ji bo çareserkirina pirsgirêka binavbûna koçberên neyasayî standin û ji wan jî yek qebûlkirina 5 hezar penaberan bûn.

Li gorî zanyariyan, di wê bernameyê de piraniya wan kesên ku bên qebûlkirin dê penaberên Sûriyê bin.