Clinton û Viyan Dexîl civiyan

Clinton û Viyan Dexîl civiyan

Rojava News: Berbijêra serokatiya Amerîka pêşwazî li Viyan Dexîl kir û piştgiriya xwe bo kurdên êzdî dupat kir.

 

Di hevdîtinekê de, Dexîl û Clinton behsa rewşa kurdên êzdî yên li cem DAIŞê dîlkirî ne û yên ku rizgar bûne, kirin.

 

Di bermaber de, Hillary Clinton, ku berbijêra serokatiya Amerîka ye, ragihandiye ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina kurdên êzdî yên cem DAIŞê bike.

 

Dema êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser Şingalê, çekdaran hejmarek zêde ji kurdên êzdî revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan ne diyar e.