Rojava News: Hejmara qurbaniyan erdheja Nepal derketin 3 hezar û 218 kesan û hejmara birîndaran jî bû 6 hezar û 500 kesan.
Wezareta Karê Hundir a Nepalê diyar kir ku hejmara qurbaniyên erdheja ku 25’ê nîsanê li paytxta welat pêk hatiye derket 3 hezar û 218 kesan û hejmara birîndaran 6 hezar û 500 kesan. Di heman demê de li Çîn û Hindistanê yên nêzî herêma erdhejê jî 90 kesan jiyana xwe jidest dane.
Di 25’ê nîsanê de li Nepalê bi şîdeta 7.9 erdehejek pêk hat. Wezareta Karên Hundir a Nepalê diyar kiribû ku di erdhejê de 2 hezar û 152 kesan jiyana xwe ji dest dane, çavdêran destnîşan kirin ku ev erdhej ji 80 salî ve ya herî bi şidet di welat de pêk tê. Hate gotin ku îhtîmala ku hejmara qurbaniyan zêde bibe heye.
