Li Amarîka rewşa awarte hat ragihandin

Li Amarîka rewşa awarte hat ragihandin

‌Rojava News: Li Amarîka bajarê Baltimore yê girêdayî eyalleta Maryland, piştî merasîma cenazeyê ciwanê reşik Freddie Gray yê ku polîsan qetilkirî bûyer rûdan.

 

Li bajarê Amarîka Baltimore yê girêdayî eyaleta Maryland rewşa awarte hat îlan kirin. Çalakvanan otomobêlên polîsan dan ber agir û dikanên derdor şikandin. Di bûyeran de 27 kes hatin binçavkirin û 15 polîs jî birîndarbûn.

 

Piştî merasîma cenazeyê ciwanê reşik Freddie Gray yê ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin, bûyer rûdan. Bûyer ji bin kontrola hêzên ewlekariyê derketin. Li gorî agahiyan çalakvanan otomobîlên polîsan dan ber agir û gelek dikan jî xirakirin. Hat zanîn heya niha 27 kes hatine binçavkirin û 15 polîs jî diwan bûyeran de birîndar bûne. Şaredarê Baltimore Rawlings-Blake rewşa awarte îlan kir û ji bo parastina bajêr bang li artêşê kir.

 

Reşa awarte îro ji saet 22.00 heya 05.00 berdewam dike.