Rojava news: Artêşa Amerîka ragihand ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî 20 êrîşên din li dijî rêkxistina DAIŞê pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê ji serê sibeha roja duşemê û heta duhî 20 êrîşên din li dijî rêxistina DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê û li Sûriyê û Iraqê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin 3 êrîş li nêzîk bajarê Hesekê pêk hatin û hevpeymaniyê çend navendên DAIŞê kirin armanc xwe. Di encamê de panzêreke ya rêxistinê têk birine.
Hewiha li derdora Kobanê jî navendeke DAIŞê hat têkbirin.
Artêşa Amerîka ragihand ku balafirên hevpeymaniyên çend navend û xalên DAIŞê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bombebaran kirin ku di encam de bi temamî hatine têkbirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku balafirên Amerîka û hevpeymanên wê navendên DAIŞê li nêzîk Şingal, Telefer, Hewîce, Bêcî, Feluce û Rûmadî kirine armanc.
