Di felaketa Nepalê de hejmara miriyan 5 hezar derbaskirin

Di felaketa Nepalê de hejmara miriyan 5 hezar derbaskirin

Rojava News: Hikûmeta Nepalê 3 rojan şîniya giştî ragihand ji bo qurbaniyên erdheja ku roja şemiyê li wî welatî pêk hat ku di encam de zêdetirî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

 

Serokwezîrê Nepalê, Sushil Koirala di gotareke televizyonî de got, hikûmetê hemû hewlên xwe dide ji bo alîkariya xelkê bike.

 

Koirala diyar kir ku gelek tîmên hawarçûnê ji seranserê dinyayê hatine Nepalê, lê ji ber navçeyên çiyayî yên asê erkê karkerên hawarçûnê zehmet e.

 

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ziyan gihiştiye nêzîkî 8 milyon kes ji ber erdheja ku li 39 herêmên Nepalê pêk hatiye, herwiha bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.