Hejmara herî dawî ya miriyên erdheja Nepalê gihan 6621 kesî

Hejmara herî dawî ya miriyên erdheja Nepalê gihan 6621 kesî

Rojava News: Hejmara miriyên erdhejê gihîşt 6621 kesî û hejmara birîndaran jî bûye 14 hezar û 40 kes.

 

Roja 25ê Nîsanê erdhejek bi pileya 7.8 li welatê Nepalê qewimî û di encamê de bi hezaran kes di bin dîwar, xanî û axê de man û jiyana xwe ji dest dan.

 

Hikûmeta Nepalê di daxuyaniyekê de ragihand ku, 4906 termên miriyan dane malbatên wan. Herwiha karîn 866 kesî bi rêya asman û 1062 kesî jî bi rêya bejayî, ji mirinê rizgar bikin.

 

Heriwha hikûmeta wî welatî da zanîn ku, hejmara miriyên erdhejê gihîşt 6621 kesî û hejmara birîndaran jî bûye 14 hezar û 40 kesî.

 

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ziyan gihiştiye nêzîkî 8 milyon kes ji ber erdheja ku li 39 herêmên Nepalê pêk hatiye, herwiha bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.