61 rojnamevan di salakê de hatin kuştin

61 rojnamevan di salakê de hatin kuştin

Rojava News: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon ragihand ku tenê di sala borî de 61 rojnamevan hatin kuştin.

 

Ban Ki-Moon di daxuyaniyekê de ji hikûmetên cîhanê daxwaz dike ku rêzê li azadiya rojnamevaniyê bigirin.

 

Ev daxuyanî di demekê de tê ku Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor daxwaz ji Encumena Ewlekariyê kiriye ku aliyên tometbar bi kuştin û eşkencekirina rojnamevanan li Iraq û Sûriye biçin pêş dadgehê.

 

Ev daxuyaniya Ban Ki-Moon di roja azadiya rojnamevaniyê hatiye şandin.