Êdî NY li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne

Êdî NY li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne

 

Rojava News: Netewên Yekbûyî (NY) helwesta xwe li ser serxwebûna Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir û mîna carên berê li dijî wê yekê derneket. Dîplomatekî amerîkî jî dibêje, NY naxwaze di navbera wê û kurdan de nakokî derkeve.

 

Netewên Yekbûyî beriya niha bi eşkere li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê derdiket lê vê carê helwesta wê saziyê li ser mijara serxwebûna Kurdistanê nemtir bûye û hatiye guhertin.

 

Ev nermbûna helwesta NY li ser serxwebûna Kurdistanê hevdem e bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê re, çimkî Barzanî dê bi Obama re behsa serxwebûna Kurdistanê jî bike…