Rojava News: Komîsyona Yekîtiya Ewropayê pêşniyarek daniye ber welatên wê yekîtiyê ku her welatek li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê yên taybet bi penaberiyê, hejmarek penaber wergirin.
Ev pêşniyar piştî rêze civîneke rayedarên welatên Ewropayê tê ku piştî binavbûna gemiyeke penaxwazan di Deryaya Spî de kom bûbûn û hewlên dîtina çareseriyekê dabûn.
Tê çaverêkirin ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa siyaseta xwe ya derbarê koçberan de ji bo îsal eşkere bike û wê pêşniyarê jî bîne ber welatên Ewropayê.
Lê di lûtkeya Yekîtiya Ewropa de careke din ew pêşniyar wê têkeve ber gotûbêjan û piştî razîbûnê wê bibe biryar.
Ji aliyê xwe ve Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî Amnesty International jî ragihandiye ku pêwîst e Ewropa hemû hewlan bide ji bo rê li ber dûbarebûna karesatên ku li Deryaya Spî têne serê penaxwazan bigire.
