Rojava News: Tê çaverêkirina ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro ligel serok û wezîrê derve yên Rûsya bicive. Wezareta Derve ya Rûsya got, Rûsya û Amerîka kar dikin ji bo ku çekên kîmyayî li Sûriyê nemînin.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîka, John Kerry wê îro li bajarê Sûçî ligel Serokê Rûsya Vladîmir Putîn bicive. Wezareta derve ya Rûsya jî ragihand ku Kerry wê îro herwiha ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî bicive.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Marie Harf diyar kir ku Amerîka hewl dide xetên peywendiya rasterast ligel rayedarên Rûsyayê bên parastin.
Wezareta Derve ya Rûsya jî di daxuyaniyekê de got, Rûsya û Amerîka kar dikin ji bo ku çekên kîmyayî li Sûriyê nemînin û rêkeftineke dawî derbaêr programa atomî ya Îranê de pêk were.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku serdana Kerry wê bikeve xizmeta baştirkirina têkiliyên di navbera Moskow û Washingtonê de .
