“Guardian” belgeyên tohmetbarkirina Esed aşkere dike

“Guardian” belgeyên tohmetbarkirina Esed aşkere dike

Rojava News: Rojnameyeke Brîtanî “belge” ji bo “tohmetbarkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed û alîkarên wî” aşkere dike.

 

Rojnameya “The Guardian” di raportekê de bi navê “Tawanên şer ên nihênî yên ku serokê Sûriyê encamdane” aşker dike ku, tîmeke pispor a sûrî di heyama 3 salan de belgeh li ser wan “tawanan” berhev kirine.

 

Li gor wê raportê, tîma ku ew belge berhev kirine ji “50” lêkolînêerên Sûrî pêk tê ku “jiyana xwe xistibû metisriyê de ji bo aşkere kirina wan belgeyan, yek ji wan hat kuştin û yekî din jî birîndar bû, tevî ku hejmarek ji wan ji aliyê rejîmê ve hatin girtin û îşkencekirin.”

 

Ew raport radestî “Komîteya Dadwerî û Lêpirsîna Navdewletî” hatiye kirin, ku ji lêkolîner û pisporên yasayî pê tê.

 

Belgeyên ku hatine pêşkêşkirin, bes in ji bo arastekirina tohmetab bo “Serokê Sûriyê Beşdar Esed û 24 alîkarên wî” di encamdana tawanên cengê di krîza ku ev 5 sale li wî welatî qewimiye de.

 

Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku, ew komîteya ku ew belge aşkere kirine ji aliyê çend welatên biyanî ve tê “piştgirîkirin” ew welar jî evin: “Brîtanya, Amerîka, Yekîtiya Ewropa, Elmanya, Swissra, Newrîc, Denîmark û Kanada.