Rojava News: Wezareta Derve ya Rûsya û Wezareta Derve ya Amerîka çendîn dosyeyên gerim di destpêka wan de krîza Sûriyê, gotûbêj dikin.
Biryare civîn îro, 18ê Gulanê, li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê birêve biçe, civîn jî dûrî çavê ragihandinê birêve diçe.
Ji aliyê Amerîka ve her yek ji Alîkara Wezîrê Derve bo Karûbarên Asiya û Ewropa Victoria Nuland û Şandeyê Taybet bo Sûriyê Daniel Rubinstein di beşdarî civînê bibin.
Di bermaber de wê, Cîgirê Wezîrê Derve Gregory Karasin û Rêveberê Îdareya Rojhilata Navîn û Bakrê Efrîqa di Wezareta Derve de Sergei Vershinin ji aliyê Rûsyayê ve amade bin.
Li gor ku hatiye ragihandin, wê pirs dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê û prsa aloziya Ukraynayê du tewerên sereke yên civîna rûsî-amerîkî be.
