Rojava News: Dawiyê Serokê Amerîka Barack Obama bû xwedan pêgeha xwe ya taybet li ser tora civakî ya Twitterê, ku bo yekem car nivîsek bêyî destêwerdana tîma xwe ya taybet, weşand.
Li gor daxuyaniyeke Koşka Spî ku duh, 18ê Gulanê, weşandiye, niha Obama bûye xwedan pêgeke taybet li Twitterê bi navê “@POTUS” û ew bi xwe dê nivîsên ku dixwaze binvîse û biweşîne.
Obama di yekemîn nivîsa xwe ya Twitterê de nivîsiye: “Merheba, Twitter! Ez Barack im. Birastî! Piştî şeş salan, pêgeha min a taybet dan min.”
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, pêgeha nû ya Obama dê bibe nimûneyek nû ji peywendiya navborî ligel gelê Amerîka bi rêya “nivîsên xwe yên taybet.”
