Rojava News: Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê, Ashton Carter ragihand ku, welatê wî naxwaze mîna sala 2003yê welatê Iraqê dagîr bike. Herwiha General David Petraeus ragihand ku, jinavbirna rêxistina DAIŞê tenê bi rêya leşkerî nabe û divê bi rêya siyasî jî şerê wê bê kirin.
Serokê berê yê hêzên Amerîka li Iraqê, General David Petraeus ji BBC re ragihand: “Jinavbirna rêxistina DAIŞê tenê bi rêya leşkerî nabe. Divê bi rêya siyasî jî şerê wê bê kirin.”
Ji aliyê xwe ve, Ashton Carter di hevpeyvînekê ligel televîzyona BBC de ragihand: “Di çarçoveya şerê li dijî rêxistina DAIŞê de, em naxawzin dîsa hêzeke bejayî mezin bişînin Iraqê û wî welatî careke din dagîr bikib.”
Carter wiha got: “Sedema wê yekê jî verdigre bo baweriya Amerîka bi wê yekê ku ew pêngav ne ya herî rast e bo şikestina DAIŞê bi awayekî berdewam, ji ber ku têkbirina wê rêxistinê girêdayî Hikûmeta Iraqê ye.”
Beriya niha Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê bi tundî rexne li artêşa Iraqê girtibû û ragihandibû ku ew artêş nikare şerê DAIŞê bike û moralê wê tune ye.
Niha nêzîkî % 30ê axa Iraqê di bin destê çekdarên DAIŞê de ye. Hevdem Serokê Parlamentoya Iraqê, Selîm Cibûrî ragihand ku, pêwîst e artêşa Iraqê bi xwe operasyona Enbarê ya ku xelkê wê sunne ne pêk bîne, ne milîsên şîeyan bi wî karî rabin.
Tê zanîn ku hejmarek mezin ji şêwirmendên Amerîkayê niha li Iraqê ne bo perwerdekirina artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de.
