Rojava News: Li gor hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di encama êrişên esmanî yên firokeyên şer yên hevpeymaniya navnetewî li dijî çekdar û navendên DAIŞê de, heta niha 10 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Ev yek roja çarşemê (duh) Alîkarê Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken li Parîsê ji radyoyê frensî France Inter re got û diyar kir ku bandora vê yekê wê hebe.
Antony Blinkenê ku ji bo civîna welatên hevpeymanên li dijî DAIŞê çûbû Parîsê, diyar kir, tevî ku pêşketin di şerê li dijî DAIŞê de heye, lê DAIŞê kariye xwe li ber wan êrişan bigire û dîsa êriş bikin.
Blinken diyar kir ku wan sê sal ji bo şerê li dijî DAIŞê dane ber çavên xwe û heta niha tenê 9 meh jê derbas bûne.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî tevlî civîna li Parîsê bibû û dewletên hevpeyman bi sarbûna di şerê li dijî DAIŞê tewanbar kiribûn.
Derdorê 20 wezîrên ji welatên cuda û nûnerên çendîn rêxistinên navnetewî jî tevlî civîna roja sêşemê li Parîsê bibûn.
