Kerry: Êdî sebra civaka navdewletî ji Esed re nameye

Kerry: Êdî sebra civaka navdewletî ji Esed re nameye

Rojava News:  Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry ragihand ku, wî ligel rayedarên Rûsyayê pirsa bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve gotûbêj kiriye. John Kerry herwiha diyar kir ku, sebra civaka navdewletî li ser kiryarên ku Serokê Sûriyê Beşar Esed dike, êdî namîne.

 

John Kerry di daxuyaniyekê de ragihand, ew piştrast e Hikûmeta Sûriyê li hember piraniya êrişên ku bi çekên kîmyawî di şerê navxwe yê wî welatî de çêbûne, berpirsyar e.

 

Kerry bal kişand ku wî pirsa bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyeyê bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergey Lavrov gotûbêj kiriye.

 

Kerry herwiha got, Lavorv dê behsa vê mijarê ligel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bike.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir, ku bombeyên kîmyawî yên li Sûriyê hatine bikaranîn, ji balafiran hatine avêtin.

 

Kerry herwiha got, dibe ku hin komên çekdar ên dijberê Sûriyeyê di qonaxekê de çekên kîmyawî bidest xistibin, lê balafir yan jî helîkopter di destê wan de tine ne.