Rojava News: Encumena Asayişa Navdewletî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) de civînek lidar xist û tê de kuştin û revandina keçên kurd ên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve bi dirêjahî hatiye behskirin.
Pêncşema borî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku niha li cîhanê nêzîkî 60 milyon koçber hene. Tenê ji Iraq û Sûriyê 7 milyon koçber hene û di rêza Somal û welatên hejar ên Efrîqayê de ne.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî % 50 ji koçberên li cîhanê zarok in, ku kesên din bin 18 salan de, qurbaniyên yekem ên şerên cîhanê ne.
Ji ber wê yekê jî, li Encumena Asayişa Navdewletî civînek taybet lidar ket, ew jî derbarê raoprên Neteweyên Yekbûyî ku behsa kuştin û îşkencekirina zarokan li cîhanê dikin.
Kuştin û revandina keçên kurd ên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve di rapora Neteweyên Yekbûyî de bi dirêjahî hatiye behskirin, lê tê de amaje bi wê yekê nehatiye kirin ku Hikûmeta Iraqê girêkan dixe pêşiya wan hewlên ku dixwazin Neteweyên Yekbûyî biryarekê derxîne û wê dosyeyê bişîne Dadgeha Navdewletî li bajarê Lahay yê Holendayê.
Neteweyên Yekbûyî ji ber 15 şerê berdewam li cîhanê li zengila metrisiyê dide û dibêje, hejmara penaberan bi awayekî xeternak zêde bûye, ku niha li cîhanê ji her 120 mirovan 1 penaber e.
Îro 19ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberan e û li gorî Neteweyên Yekbûyî, îsal Rojhilata Navîn bûye mezintirîn çavkaniya koçber û penaberan li cîhanê.
