Rojava News: Kochner di kongireyeke rojnamevanî li Parîsê ragihand ku ew bi serbixweyiya Kurdistanê re ne.
Wezîrê derve ya berê Bîrnard Kochner aşkire kir ku welatê Firansayê piştgiriya serbixweyiya Kurdistanê dike û wê ji bo ragihandina dewleta Kurdî, di pêş wan welatên ku Kurdistanê nasbikin de ye.
Di berdewambûna axiftina xwe de, Kochner got; Firansa wê di hevkariya Herêma Kurdistanê de berdewam be û wê di şerê pêşmerge li dijî DAIŞê alîkar be.
Her weha wezîrê berê ya derve a Firansayê aşkire kir ku gelê kurd ji mafê xwe ye xwedî dewleteke kurdî be û ji hikûmeta Firansayê jî tê xwestin ku alîkar be û wê welatê wî, pêşenga welatên ku serxwebûna Kurdistanê bipejirîne be di dema ku kurd dewletê bidin ragihandin.
