Rojava News: 50 mîlyon koçberên li Yekîtiya Ewropa û Federasyona Rûsya dixebitin 110 mîlyar dolar pere şandine welatên xwe.
50 mîlyon koçberên li Yekîtiya Ewropa û li Rûsya dixebitin 110 mîlyar dolar pere şandine welatên xwe.
Li gor rapora Fona Çandiniyê ya Navneteweyî (IFAD) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, pereyên ku biyaniyên li welatên Ewropayê dixebitin ji welatên xwe re şandine di sala 2014’an de herî kêm 109,4 mîlyar e. Di raporê de hat diyarkirin ku koçberên biyanî ji bilî bankayan bi rêyên din jî pereyan dişînin û lewma reqam hê zêdetir e.
Pereyên ku koçber dişînın welatên xwe ku li Rûsyayê 20,6 mîlyar dolar e, di rêza duyemîn de bi 17,1 mîlyar dolar Brîtanyaya Mezin e. Ji Elmanyayê 14 mîlyar dolar, li Fransayê 10,5 mîlyar dolar, li Îtalyayê 10,4 û ji Îspanyayê 9,6 mîlyar koçberan şandine welatên xwe.
Di rapora IFAD a xwe dispêre lêkolînan pereyên ji Ewropayê tên şandin herî kêm 150 mîlyon kes jê sûd werdigirin.
