Budceya bergirî ya NATOyê kêm bûye

Budceya bergirî ya NATOyê kêm bûye

Rojava  News: Rêxistina Peymanameya Atlantîk a Bakur (NATO) ragihand, tê texmînkirin budceya bergirî ya îsal a welatên endamê wê rêxistinê li gor sala 2014an kêm bibe.

 

Li gor nûçeya Asocciaed Pressê, Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokên welatên din ên endamê NATOyê payîza sala borî soz dabûn ku welatên wan qonax bi qonax asta budceya bergirî ya xwe zêde bikin û bigihînin %2ê dahata giştî ya navxweyî ya xwe, lê piraniya endamên wê nekarîne wê yekê pêk bînin.

 

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro ragihand, tenê 5 welatên endamê wê rêxistinê di sala 2015an de karîne bigihin wê armancê û budceya bergirî ya xwe zêde kirine.

 

Jens Stoltenberg eşkere kir, ku tenê welatên Amerîka, Birîtanya, Yûnan, Poloniya û Stoniyayê karîne budceya xwe ya bergiriyê zêde bikin.

 

Stoltenberg herwiha tekez kir, tê texmînkirin ku budceya bergirî ya 18 welatên din ên endamê NATOyê jî bê zêdekirin, lê ligel wê yekê hêj budceya giştî ya bergiriyê ya welatên hevpeyman di sala 2015 de dê kêm e.

 

Stoltenberg di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, ew dê bi wezîrên parastinê yên welatên endam di hevpeymaniya NATOyê de derbarê wê mijarê de gotûbêjan bike.

 

Wî got, NATO êdî nikare heya dawiyê bi budceyek kêm berdewam be û karên zêde bike.