RojavaNews : Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir, emîrekî pilebilind ê DAIŞê ku destê wî di kuştina Balyozê Amerîkayê yê Lîbyayê de hebû, hatiye kuştin.
Berdevkê Pentagonê Steve Warren, ragihand, di encama êrişa balafirên şer ên hêzên hevpeyman de fermandeyekî DAIŞê bi navê Tariq bin Tahir Falih Ewnî hatiye kuştin.
Steve Warren da zanîn, ew rayedarê DAIŞê ku Tûnisî ye, di êrişa 11ê Îlona 2012ê ya li dijî dîplomat û karmendên Balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Binazî yê Lîbyayê de beşdar bibû.
Li gorî berdevkê Pentagonê, ew çekdarê DAIŞê roja 15ê Hezîrana îsal li Mûsilê hatiye kuştin.
Tê zanîn, roja 11ê Îlona 2012ê Balyozê Amerîka yê Lîbyayê Chrîs Stevens û 3 karmendên balyozxaneya wî welatî di encama êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin.
