Rojava News: Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir ku wê hêza NATOyê ya bilez ji 13 hezar leşkerî bibe 30 – 40 hezar leşkerî.
Jens Stoltenberg diyar kir ku biryara vê yekê jî wê di civîna wezîrên bergiriyê yên NATOyê di rojên çarşem û pêncşemê de li Brukselê bê dayîn.
Ev mezinkirina hêza bilez ya NATOyê weke bersiveke NATOyê ji bo aloziya li Ûkraynayê û weke hişyarkirina Rûsyayê tê dîtin.
Hêza NATOyê ya bilez (NATO Response Force - NRF) niha bi giştî ji 13 hezar leşkeran pêk tê, herwiha ji hêzên komando û hêzên arîkar. Di nav hêza NRF de hêzeke sereke ya 5000 leşkerî jî heye ku dikare di rewşên aloz de bilez operasyonan pêk bîne. Ev hêza 5000 leşkerî niha di qonaxa pêkanînê de ye û wê sala bê ji bo operasyonên leşkerî amade be.
Hêj di meha Sibatê de Stoltenberg diyar kiribû ku daxwaz heye ku hêza NRF bibe bêtirî 30 hezar leşkerî.
Stoltenberg roja duşemê (duh) li Brukselê diyar kir ku NATO wê proseya xwe ya biryarê jî bileztir bike, da ku ji bo her îhtimalekê amade be.
