Rojava News: Hejmara qurbaniyên ku ji ber pêla germê ya li Pakistanê jiyana xwe ji dest dane derket 750 kesî.
Li Herêma Sind a Pakistan ev çend roj in pêla germê heye, germa pir zêde bûye û dereceya gerê derketiye 45’an, di heman demê de ceyran li gelek deveran qut dibe. Ji ber germê herî zêde hejmara qurbaniyan li bajarê Keratşî mezirtirîn bajarê welate.
Hikûmeta Send a Pekistanê rojek bêhnvedan diyar kir. Di heman demê de rewşa awerte hatiye ragîhandin û bêhnvedana bijîşkan hatiye sekinandin.
Li gor agahiyan Hikumeta Pakistanê diyarkiriye ku "êdî ceyranê nema dibirin û dê pirsgirêk bêne çareserkirin."
Pêla germê çend roj berê li Hindistanê û Pakistan hatiye û di encmê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
