RojavaNews : Girûpeke çekdarên nenas êrîşî 2 hotêlên li bajarê Sûse yê Tûnisê kirin û herî kêm 27 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Îro girûpeke çekdar êrşî ser 2 hotêlên li navçeya Qintawî ya bi ser devera Sûse ya Tûnisê kirin û di encamp de çend kes hatin kuştin. Hat ragihandin, yek ji wan hotêlan, hotêla Emperial Marhaba bûye.
Navçeya Qintawî ya bi ser devera Sûsê ya li Tûnisê dikeve ser Deryaya Spî.
Li gor daxuyaniyeke Berdevkê Wezareta Navxwe ya Tûnisê, di encama êrîşê de herî kêm 27 kes hatine kuştin.
Medyaya navxweyî ya Tûnisê belav kiriye ku şer û pevçûn di navbera çekdaran û hêzên ewlekariya Tûnisê de li derdora herdu hotêlan derketine.
