Li Hindistanê lehî rabu

Li Hindistanê lehî rabu

Rojava News: Jiber dirustbûna lehiyê li wîlayeta Kecerat a Hindistanê zêdetir li 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û jiyana bi hezaran jî di metirsiyê de ye.

 

Berya çend rojan li çend navçeyekî wîlayeta kecerat a Hindistanê lehî rabûye û têde 41 kesan jiyana xwe ji dest dane û jiyana zêdetir li 10 hezar kes jî di metirsiyê de ye.

 

Diyar jî kiriye ku tîmên rizgarkirinê yên hindistanê û artêşa wî welatî di hewla rizgarkirina welatiyan in û 7000 welatî bi balafiran ew guhastine bo cihekî aram ku piraniya wan jî zarok bûne.