“Li Sûriyê em rê nadin Dewleta Kurdî”

“Li Sûriyê em rê nadin Dewleta Kurdî”

Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, “Berdela wê her çibe jî em rê nadin li Rojavayê Kurdistanê dewletek ava bibe.”

 

 

 

Serokomar Erdogan di merasîma Fitar û Xelatên Xaça Sor de axifî.

 

 

 

Serokomarê Tirkiyeyê gotinên xwe wisa berdewam kir:

 

“Ez banga xwe li ew kesên ku bê fedî, bê westiyabûn ji Tirkiyeyê re dibêjin terorîst dikim: Eger heysiyet, şerefa we hebe hûn çawa dikarin ji ew welatê ku ji we re deriyê xwe vekiriye re bibêjin terorîst? Eger heysiyata we hebe, hûn çawa dikarin wî welatî bi navê terorîst tohmetbar bikin. Ew tweetên hûn dinivîsin rûyê we yên reş spî nake.”

 

Bi teybet piştî ku gelek cîh ketin destê hêzên Kurd bi tundî helwest nîşanda û got “bedelê wê çibî vê bê kirin û em rê nadin dewletek Kurd li Suriye, em piştgiriya opozisyona suriye”

 

 

 

Erdogan berdewam kir û got: “Tirkiye, helbet piştgiriya têkoşîna azadiya we yê li Sûriyê dike û bi nêtê pak nêzîkî yên Iraqê jî dibe. Berdela wê her çi be jî em ti cara rê nadin ku li bakurê Sûriyê dewletek bê avakirin. Em rê nadin demografiya wê herêmê bê guhertin. Ji bo aramiya Suriyê çi bikeve para me, emê bikin”