Rojava News: Piştî ku duhî li gundê Kerkemîş yê ser bi bajarê Entapê yê Bakurê Kurdistanê ve, hejmarek otomobîlên leşkerî û zirhî û tank hatin bicihkirin, îro jî artêşa Tirkiyeyê dest bi şandina çek û zirhiyan bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Herwiha çekdarên DAIŞê jî di herêma Cerablosê ya di navbera Efrîn û Kobanî de mayînan li ser sînor datînin û xendeqê dikolin.
Di vê dema dawî de Tirkiye dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Cerablus niha di destê DAIŞê de ye.
32 tankên artêşa Tirkiyeyê k user bi yekeya 5ê ya zirhiyan e, ligel otopasên leşkerî û hejmarek otomobîlên leşkerî ku kelûpelên serbazan tê de ne, di nava tedbîrên ewlehî de berê xwe dan parêzgeha Kilîsê, ku beşek ji wan tankan dê li gundê Elbeylî werin bicihkirin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmet Davûdoglu ragihandibû: “Li dijî her metirsiyekê li ser axa Tirkiyeyê, artêş û hêzên ewlehiyê dê bi temamî têkevin amadebaşiyê de.”
Ahmet Davûdoglu 28ê vê mehê ragihandibû: “Eger em bigihên wê baweriyê ku, metirsiyek li ser aramî û asayişa Tirkiyeyê dirust bûye, wê demê emê bi temamî amade bin ji bo rûbirûbûna wê metirsiyê.”
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Ti guhertin di bingeha şer de dirust nebûye û Parlamentoya Tirkiyeyê xwedî maf e ku biryara şandina hêzê bide.”
Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê duh bi serokatiya Serokomar Erdogan civiyabû. Di civînê de herî zêde li ser “tehdîd û gefên Sûriyê” li ser Tirkiyê hatibû axaftin û hatibû gotin ku eger tehdîd li ser Tirkiyê hebe dê “tedbîrên pêwîst” bên girtin.
Her çend navê Rojavayê Kurdistanê nehatibû ziman lê heta niha gellek caran rayedarên tirk bi taybet Erdogan gotine, em ti carî nahêlin li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewleta kurdî were avakirin çimkî ew li ser ewlehiya Tirkiyê tehdîd e.
Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Cerablus di destê DAIŞê de û navbera Efrîn û Kobanî de ye.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner duh piştî ku civîna Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê (MGK) xilas bû, li ser hewlên Tirkiyê ji bo avakirina herêmek tampon li nav Sûriyê de got, ti hêcetek tine ku Tirkiyê li Sûriyê herêmek tampon ava bike.
Mark Toner da zanîn ku Amerîka beriya niha tengavî û aloziyên ku dê di encama avakirina herêma tampon de çêbibin, ji Tirkiyê re ragihandiye.
Toner anî ziman ku ew ji bûyer û pêşhatên ku li deverê diqewimin, bi fikar in.
Ji aliyê xwe ve, Hevserokê PYDê, Salih Mislim li ser îhtimal û îdiayên ku dibêjin Tirkiye dê derbas Sûriyê bibe û êrişî Rojavayê Kurdistanê bike jî got, Tirkiye tenê dikare bi biryara NATO bikeve Sûriyê lê eger bi serê xwe bikeve Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, wê çaxê rewş tê guhertin û emê jî bersiv bidin.
PKKê jî duh ragihand, eger Tirkiye bikeve Rojavayê Kurdistanê ew dê êrişî hêzên Tirk bikin.
