Komek xwendekarên Sûdanê tevlî DAIŞê bûn

Komek xwendekarên Sûdanê tevlî DAIŞê bûn

Rojava news:  Li gor raporteke rojnameya Brîtanî The Guardian, komeke ji 12 xwendekarên beşa pizîşkî ji zanîngeheke bajarê Xertûm paytexta Sûdanê dest ji xwendina xwe berdane û bi rêya firokeyê xwe gihandine Tirkiyê, da ku derbasî Sûriyê bibin û tevlî DAIŞê bibin.

 

Li gor wê raportê, 7 ji wan xwendekaran hemwelatiyên Birîtanyayê ne, herwiha di nava wan kesan de hemwelatiyên Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî hene.

 

Rojnameya The Guardian herwiha daye xuyakirin, ku ew Xwendekarên han roja înê ya borî ji Firokexaneya Xertûm ber bi Tirkiyê bi rê ketine, ev yek ji aliyê berpirsên firokexaneyê ve jî tê piştrast kirin. Malbatên xwendekaran jî diyar dikin ku ji roja înê ve ew winda bûne û nasnameyên xwe jî bi xwe re birine.

 

Serookê wê Fakuletya Zanîngeha Xertûmê ku xwandekarên wê tevlî DAIŞê bûne, Dr. Ahmed Babikir jî piştrast dike ku 12 xwendekarên zanîngeha wî ber bi Tirkiyê bi rê ketina û diyar dike ku wiha xuya dike ku ewê tevlî DAIŞê bibin. Dr. Ahmed Babikir herwiha diyar dike ku ji wan xwendekaran 3 jê jin in û hemû xwendekar di sala xwe ya dawî ya xwendinê de bûn.

 

Berdevkekî Wezareta Derve ya Birîtanyayê jî piştrast kiriye ku 7 hemwelatiyên wan ji Sûdanê derbasî Tirkiyê bûne û diyar dike ku ew ligel berpirsên tirk li ser wê yekê kar dikin ku cihê mana wan kesan ronî bikin.

 

Beriya çend mehan dîsa ji heman zanîngehê 9 xwendekarên esil-sûdanî yên xwedî hemwelatiya brîtanî dest ji xwendina xwe berdabûn û li Sûriyê tevlî DAIŞê bibûn. Malbatên wan ji Sûdanê çûbûn ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, da ku çarenûsa zarokên xwe bizanin, lê ew negihiştin ti encamê.