Tirkiyê hêzek mezin li li sînorê Rojava komdike

Tirkiyê hêzek mezin li li sînorê Rojava komdike

Rojava News: Tirkiyê dibêje niha ti pilanekî bilez tineye ji bo destêwerdana Sûriyê lê heger metirsî li ser asayişa Tirkiyê çêbibe em dê destêwerdanê bikin.

 

Li gorî ajansên nûçeyan 3 yê  Temûzê ber destê sibehê Tirkiyê hêzek gelekî mezin li beşek ji sînorê li gel Rojavayê Kurdistanê komkiriye, ev pêngava Tirkiyê di dema de pêktê ku şer û pevçûn berdewmin li bakurê bajarê Helebê li  Bakurê Sûriyê, Serokwezîrê Tirkiyê Dawûd Oxlo jî dibêje: “Ti pilanek me ya lezgîn bo destêwerdana leşkerî niha tineye.”

 

Çavkaniyê ewlekarî û berpirsên payebilind li Enqera ragihandin: “Artêşa Tirkiyê di çend seetên derbasbûyî de tevgera xwe li ser sînorê Tirkiyê zêdekirin, di rêya şandina hêzên taybet û pêdawîstiyên leşkerî bi taybet piştî ku şer li bakurê bajarê Helebê girantir dibe.”

 

Derbarê tevgera ne asayî ya Artêşa Tirkiyê li ser sînor doh Serokwezîrê wî welatî ji kenala 7 ya telvizyona welatê xwe re ragihand: “Raste ew tevger ji bo parastina asayişa Tirkiyê ye ku heger çi bûyer rû bidin û bandorê li asayişa Tirkiyê bike em dê destêwerdanê bikin.”

 

Herwiha got jî: “Lê belê divê kes gomanê neke ku wê Tirkiyê sibe yan di demek nêzîk de destêwerdanê bike.”

 

Lê çavkaniyên ragihandinê behs dikin ku pilana destêwerdanê amadeye û di demek nêzîk de wê encam bide.

 

Dawûd Oxlo got jî: “Heger tiştek rû bide ku asayişa Tirkiyê bixe metirsiyê de em dê tevgerê ji bo destêwerdanê bikin, lê belê ne sibê û ne bi tenê heger metrsiyek lezgîn nebe.”