Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Amerîka di gotara salane ya xwe de behsa şerê li dijî DAIŞê û têkbirina wê rêxistinê kir û ragihand, ew têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê girêdayî çûna Esed e. Obama got, ew dê navendên DAIŞê li Sûriyeyê bi awayekê berdewam bombebaran bikin.
Di gotara xwe ya salane de ku, li baregehê Pentagon li Vêrjînya pêşkêş kir, Serokê Amerîka Barak Obama, got ziyanên DAIŞê li Sûriyeyê û Iraqê nîşana wê yekê ne ku wê DAIŞ bê jinavbirin û di vê derbarê de amaje bi têkçûna DAIŞê li Kobanê û Girê Spî kir.
Serokê Amerîkayê Barak Obama, li baregehê Pentagonê li eyaleta Vêrjînya gotara xwe ya salane pêşkêş kir ku taybet bi rûbirûbûna terorê bû û beşek ji gotara xwe ji bo pirsa DAIŞê terxan kir ku niha beşek ji cografiyaya deverê kontrol dike û Amerîka serkêşiya Hevpeymaniyê li dijî wê dike.
Di gotara xwe de Obama got, ziyanên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê nîşana wê yekê ne ku dê DAIŞ bê jinavbirin û di vê derbarê de amaje bi têkçûna DAIŞê li Kobanê û Girê Spî kir.
Serokê Amerîkayê Barack Obama di gotara xwe de ragihand: “Bi kurtî, ziyanên dawî yên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê piştrast dikin ku dê DAIŞ bê jinavbirin. Bi rastî me karê xwe li dijî DAIŞê li Sûriyeyê girtiye ser xwe. Emê di bombebarankirina saziyên neft û gazê û jêrxaneyên wê li Sûriyeyê berdewam bikin. Ji ber ku ew çavkaniyên DAIŞê yên diravî û propogandayê li tevahiya cîhanê ne.”
Derbarê rewşa Sûriyeyê de, Obama got têkbirina DAIŞê girêdayî wê yekê ye ku hikûmeteke hevbeş di navebera hemû sûriyan de bêyî Beşar el-Esed bê damezrandin.
Serokê Amerîkayê tekez kir, ku jinavbirina DAIŞê dê demek dirêj li ber xwe bide û divê hêzên xwecihî li ser erdê vî erkî pêk bînin.
Barack Obama wiha got: " Ev yek dê zû neyê pêkanîn. Ev kampîneke demdirêj e. DAIŞ grûpeke keysbaz e, lê zîrek e jî. Li gelek cihan li Sûriyeyê û Iraqê di nav sivîlan de cî girtiye. Pêwîstî bi demekî dirêj heye ji bo jinavbirina wê. Divê ev erkê hêzên xwecihî be û rahênan û piştgiriya asmanî ji hevpeymaniya me bin.
Serokê Amerîka encamên rûbirûbûna DAIŞê bi erênî wesif kir û ragihand, dibe hin caran pêşketin û hin caran jî paşketin di şerê li dijî DAIŞê de biqewimin, lê careke din jî tekez kir ku welatê wî ti hêzên peyade li ser erdê ji bo şerê DAIŞê naşîne Sûriyeyê û Iraqê.
