DAIŞiyekî ji Sûriyê vegeriyayî li Almanyayê tê dadgehkirin

DAIŞiyekî ji Sûriyê vegeriyayî li Almanyayê tê dadgehkirin

Rojava News: Îro li pêş dadgeheke bajarê Dusseldorfê endamekî DAIŞê yê ji Sûriyê vegeriyayî tê dadgehkirin. Îslamîstê bi eslê xwe albanî tê tometbarkirin ku ji 23ê Tîrmeh heta 18ê Tebaxa 2014ê li Sûriyê maye û di wê demê de tevlî DAIŞê bûye.

 

Li gor berdevkê dadgehê, Andreas Vitek, îslamîstê bi navê Nezet S. yê 22 salî li Sûriyê bûye endamê rêxistina terorê DAIŞê û li wir fêrî bikaranîna çekan bûye û tevlî pevçûnan jî bûye.

 

Nezet S. ji aliyê xwe ve qebûl kir ku ew li Sûriyê maye û qebûl kir jî ku wî xwestiye tevlî DAIŞê bibe, lê diyar kir ku piştî dîtina panzêreke di şer de ruxandî û xwîna pê ve, wî nêrîna xwe guhertiye, tirsiyaye û dîsa vegeriyaye Almanyayê.

 

Dozgerî ji vê poşmaniya Nezet S. bawer nake û bawer dike ku Nezet S. ji bo pêkanîna çalakiyên terorê vegeriyaye Almanyayê. Dadgehê jî çendîn caran diyar kir ku daxuyaniyên Nezet S. û çîroka wî ya poşmaniyê li hev nayên.

 

Dema ku Nezet S. di Îlona 2014ê de vegeriya Almanyayê, ew yekser hate girtin û ji wê demê ve ew di girtîgehê de ye. Ji bo dozê 9 rûniştin hatine diyarkirin. Dozgerî 10 salan cezayê girtîgehê ji bo Nezet S. dixwaze.

 

Nezet S. berê jî bala polîsan kişandibû, piştî ku wî li dibistanê eşkere nimêj kiribû û hewl dabû şagirtên din jî bîne ser “rêya rast ya Îslamê“. Ji ber wê yekê ew ji dibistanê hatibû avêtin.

 

Di van mehên dawî de çendîn doz li hemberî kesên ku ji nav DAIŞê vegeriyane Almanyayê hatine vekirin. Kanûna borî endamê DAIŞê Kreşnik B. jî, yê ku piştî 6 mehên di nav DAIŞê de vegeriyabû Almanyayê, bi 3 sal û 9 mehan girtîgeh hatibû cezakirin.