Amerîka û Tirkiyeyê lihev kir: Kanton nabin yek!

Amerîka û Tirkiyeyê lihev kir: Kanton nabin yek!

Rojava News: Amerîka û Tirkiye derbarê rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîştin rêkeftinê. Li gor agahiyan, Amerîka rê nade şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbasî navçeyên li aliyên din ê Çemê Firatê bin û Tirkiye jî dê rê bide balafirên Amerîka û Hevpeymanan bingeha esmanî ya Incirlikê bikar bînin.

 

Li gor agahiyan, Amerîka û Tirkiye li ser rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi hev re rêkeftin kirine. Hat ragihandin, piştî ku şandên her du welatên Amerîka û Tirkiyeyê li Enqereyê du rojan bi hev re derbarê rewşa Sûriyeyê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin, nêzîkî rêkeftinê bûn.

 

Li gor medyaya Tirkiyeyê, Washingtonê garantî daye Tirkiyeyê ku çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derbasî aliyê Cerablûsê nebin û li hember de jî Enqere razî bûye ku balafirên Amerîkayê û Hevpeymanan bingeha esmanî ya Incirlikê bikar bînin.

 

Li gor wê rêkeftinê, Tirkiye dê rê bide Amerîkayê û hevpeymanan ku bingeha esmanî ya Incirlikê  bo şerê li dijî çekdarên DAIŞê û herwiha li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bikar bînin. Lê Tirkiye merc daniye ku ew bingeh ne tenê bo şerê li dijî DAIŞê, belkî bo lêdana hêzên hikûmeta Sûriyeyê jî were bikaranîn.

 

Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê aşkere kir, ku piştî ku her du aliyan îmza li ser protokolê kirin, dê ew rêkeftin dê were cîbicîkirin.

 

Çavkaniyên agahdar ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ve herwiha ragihandin: “Şanda Tirkiyeyê bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Feridun Sinirlioglu di gotûbêjên ligel şanda Amerîkayê de bi rijdî behsa avakirina Herêmên Ewle li çend navçeyên bakurê Sûriyeyê kiriye.

 

Çavkaniyên ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê herwiha ragihandin: “Şanda Amerîkayê ku nûnerê Serokê Amerîkayê Barack Obama bo karûbarên şerê li dijî DAIŞê John Allen serokatiya wê dike, hin garantî dane Tirkiyeyê ku ew bi ti awayî rê nadin çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve derbasî aliyên din ê Çemê Firatê bin, ku Tirkiye wê yekê ji xwe re weke xeta sor dibîne.”

 

Tirkiye li hember pêşveçûnên şervanên YPGê li Rojavayê Kurdistanê dilgiran e û çend caran bi awayekê fermî ji zarê berpirsên bilindên xwe ve ew dilgiranî aniye ziman.

 

Piştî kontrolkirina Herêma Girê Spî û Bozanê (Eyn Îsa) bi destê şervanên YPGê ku rêye yekbûna her du kantonên Kobanî û Cezîrê vekir, dilgiraniyên Tirkiyeyê li hember rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêdetir bûn.

 

Tirkiyeyê pêştir ragihandibû, ew ji wê yekê ditirsin ku şervanên YPGê di berdewamiya êrişên xwe yên bi piştevaniya balafirên hevpeymanan de, derbasî aliyê din ên çemê Firatê û aliyê Cerablûsê bibin û bi wî awayî her sê herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bibin yek.

 

Rayedarên pile bilind ên Tirkiyeyê ragihandine, derbasbûna YPGê bo aliyê Cerablûsê û hewlên bo yekirina herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ji wan re xeta sor e.