DAIŞê fermana xirabkirina Pîramîdên Misrê da

DAIŞê fermana xirabkirina Pîramîdên Misrê da

Rojava News: Xelîfeyê çeteyên DAIŞ’ê Ebûbekir Bexdadî diyar kir ku xirabkirina Pîramîd û Sfeknsên li Misrê erkek oliye.

 

Çeteyên DAIŞ’ê herêmên ku li Iraq û Sûriyê dagir dike, cihên dîrokî û çandî yên wan herêman jî jinav dibe. Hat gotin ku Baxdadî diyar kiriye xirabkirina Pîramîdên Misrê û Sfenksan erkek oliye.

 

Çeteyên DAIŞê meha gulanê bajar dagir kirin û di nava vê heftiyê de hemû li cihên dîrokî mayîn bi cih kirin. Çeteyên DAIŞê berî çend heftiyan dest bi teqandina cihên dîrokî kiriye.

 

Bajarê antîk ê Palmîra dikeve nêzî bajarê Tedmûr ê dikeve rojhilatê bajarê Hûmisê. Bajarê Palmîra di lîsteya Mîrasên Cîhanê ya UNESCO de ye.

 

Çeteyên DAIŞ’ê bi dagirkirina bajarê Mûsilê re jî, bermayên dîrokî yên di mûzexaneya Mûsilê de tûne kirin.