Rojava News: Çeteyên DAIŞ’ê gef li Fransayê xwarin. Saziya SITE ya malperên çeteyan dişopîne, diyar kir ku di peyama DAIŞ’ê ya bi dîmen de gefa ‘heta têk biçin wê li hemberî wan şer bê kirin’ li Serokkomarê Fransa Hollande û Fransiyan hatiye xwarin.
Çeteyên DAIŞ’ê dîmenek li ser înternetê belav kirin û çeteyek li Iraqê çalakiya întiharî pêk anî, gefê dixwe. Di dimenê zêdeyî 4 deqeyan de çeteyê Fransî yê bi navê Kevîn Chassîn, gefê li Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande û welatiyên Fransayê dixwe.
Kesê di dimen de daxive ji Hollande û ‘hemû kesên li dijî DAIŞ’ê şer dikin’ re dibêje: “Divê hûn zanibin ku hûn ketine nava şerek nikarin qezenç bikin”. Di peyamê de tê îdîakirin ku heta welatiyên Fransayê ‘têk biçin’ wê şer dewam dike.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê yê di vê peyamê de gefê dixwe, sala 2013’an ji bajarê Toûloûse çûye Sûriyeyê û Gulana borî li bajarê Hadîja yê Iraqê piştî êrîşa bombeyî ya xwekujî hatiye kuştin.
