Rojava News: Rêxistina DAIŞê li Lîbyayê şikestina xwe qebûl kir, lê gefa tolhildanê kir û ragihand, ew dê çekdarên komên din ên çekdarî yên li Lîbyayê serjêbikin.
Çekdarên DAIŞê li Lîbyayê piştî ku li bajarê Derne li rojhilatê Lîbyayê di şerê ligel komên din ên çekdar de rastî şikestinê hatin, vîdeyoyek belav kirin û tê de bi fermî şikestina xwe li hember komên çekdariyên din ragihandin, lê belê gefa tolhildanê kirin û tekez kirin ku ew dê vegerin cihên ku ji dest dane.
Malperên nêzîkî “Ofîsa Ragihandina Wîlayeta Reqayê” ya rêxistina DAIŞê vîdeyoyek bi navê “Sebir bikin sehweyên Derneyê, em dê bi serjêkirina we vegerin”, kirin û tê de gefa wê yekê kirin ku dê tola şikestên xwe ji hêzên sehwe yên bajarê Derneyê hildin.
Bajarê Derne bi qasî 1250 km ji rojhilatê Trablos a paytextê Lîbyayê dûr e û ew çend hefte dibe ku şer û pevçûnên dijwar di navbera xortên bajar û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.
Xortên Derneyê di komeke bi navê “Encûmena Mucahidên Derne” de kom bûne û bo bergîrkiirn li bajarê xwe şerê çekdarên DAIŞê dikin. Herwiha hinek ji xelkê bajar jî di komên bi navê Sehwe de kom bûne û bergirî li bajarê xwe dikin.
Ew komên çekdar ku hinek ji wan alîgiriya xwe ji komên îslamî re ragihandine, karîn piştî şerekî dijwar çekdaêrn DAIŞê û komên tundrew ji navçeyên bajarê Derne yê li rojhilatê Lîbyayê derbixînin.
Çekdarên DAIŞê bi alîkariya komên din ên tundrew ên wek Ensar El Şerîa bo dema zêdetir ji salekê bajarê Derne û navçeyên derdora wê kontrol kiribûn.
