Nûnerê Obama: Kurd li Sûriyê dewletê naxwazin

Nûnerê Obama: Kurd li Sûriyê dewletê naxwazin

Rojava News:  Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de John Allen diyar kir ku Amerîka piştgiriya avabûna statûyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê nake û got, em bawer dikin kurd jî vê yekê naxwazin.

 

Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya dijî DAIŞê de û generalê xanenişîn ê artêşê John Allen, tevlî panêla saziya bi navê Navenda Geşkekirina Amerîkayê bû û behsa şerê DAIŞê kir.

 

John Allen li ser fikarên Tirkiyê yên avabûna statûyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî û ragihand, Amerîka piştgiriya tiştekî wisa nake û wiha got:

 

“Em piştgiriya avabûna dewleteke cuda li bakurê Sûriyê nakin. Em bawer dikin kurd jî tiştekî wisa naxwazin.”

 

Allen anî ziman ku girîng e şirîk û hevpeymanê ku di şer de beşdar bûye, nebe hêzeke dagîrker.

 

Li ser rêkeftina etomî ya Îran û welatên rojava jî nûnerê Obama got, ev rêkeftin dê bibe sedema şikestina cesareta hinek welatên endamên hevpeymaniya şerê DAIŞê çimkî hinek ji wan welatan Îranê ji xwe re tehdîd dibînin.