Rojava News: Çend welatên cîhanê û rayedaran teqîna îro ya li navçeya Sirûca Rihayê li Bakûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon di daxuyaniyekê de êrişa îro li Navenda Çandê ya Amarayê şermezar kir û got ti hêcet nikare êrişên li dijî sivîlan rewa bike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq amaje kir te gotin êriş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin, lê ew agahî hêj ji sedî sed nehatiye piştrastkirin.
Amerîkayê teqîn şermezar kir
Berdevkê Koşka Sipî Jush Ernest îro di konfranseke rojnamevanî de derbarê teqîna îro de helwesta fermî ya Amerîkayê ragihand.
Jush Ernest di vê konfransa rojnamevaniyê de bi navê Hikûmeta Amerîkayê teqîna li Sirûcê şermezar kir.
Almanya: Em bi tundî şermezar dikin
Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier dibêje dema ku wî êrişa li Sirûcê bihîst, ew bizda.
Frank Walter Steinmeier wiha ragihand: “Ez ji ber sedema ku êrişkeran sivîlên xort kirine armanca xwe ez matmayî bûm. Ez vê êrişa hovane bi tundî şermezar dikim.”
Fransa: Em li gel Tirkiyeyê ne
Serokwezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius jî êrişa li Sirûcê bi tundî şermezar kir.
Laurent Fabius di daxuyaniyê nivîskî de wiha ragihand: “Ez êrişa xwekujî ya li Sirûcê ku di encamê wê de gelek kes mirin û birîndar bûn, bi tundî şermezar dikim.”
Fabius ji bo malbatên qurbaniyên teqînê sersaxî xwest û wiha got: “Em li hemberî wan êrişan li gel Tirkiyeyê ne. Dîsa hat xuyandin li dijî terorê hevkarî girîng e.”
Brîtanya: Êriş tirsnak bû
Wezîrê Derve yê Britanyayê Philip Hammond jî derbarê teqînê de daxuyaniyek da.
Philip Hammond wiha got: “Ez êrişa li Sirûcê ya bûyî sedema mirina çend mirovên bêguneh şermezar dikim. Ez sersaxiya ji malbatên qurbaniyên teqînê re dixwazim.”
Pakistanê jî şermezar kir
Balyozxaneya Pakistanê ya li Enqereyê jî derbarê teqîna îro de daxuyaniyek da û ragihand ew êrişê bi tundî şermezar dikin.
Ji aliyê din ve Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî daxuyaniyek da û tê de wiha ragihand: “Bi wan êrişan mafê jiyanê û bingehên hiquqa navteweyî hat binpêkirin.”
Îro berî nîvro li Navenda Çand û Huner a Amara li navçeya Sirûcê li Bakûrê Kurdistanê teqînek mezin qewimî û li gor agahiyên fermî û piştrastkirî heya niha di encama vê teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 104 kes jî birîndar bûne.
Hêj ti kes an jî aliyekê berpirsyariya teqîna îro ya li Sirûcê negirtiye ser xwe, lê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniyekê de ragihand, eger heye ku rêxistina DAIŞê li pişt teqîna îro be.
