Rojava News: Welatên Awropa biryar da bêtirî bîst û du hezar penaberan ku pêdivî bi parastina navdewletî heye werbigrin.
Hate zanîn jî ku bêtirîya koçberên dê bêne wergirtin xelkê Sûrîyêne û berî jîyana wan di derya naverast da bikeve di metirsîyê da dê li yekîtîya Awropa weku penaber bêne wergirtin.
Li dûv xişteyê ku wezîrên navxwe yên welatên Awropa li ser rêkevtîn, bîst û du hezar û bêtirî pêncsed penaberên ku dê li welatên şingin bêne wergirtin, dê ji wan kesan bin ku li kempên derveyî yekîtîya Awropane.
Li dûv xişteyê wergirtina penaberan Nervec li pleya yekê tê, bi wergirtina sê hezar û pêncsed koçberan, Fransa li pla duyê bi wergirtna du hezar û sêsed û heftê û pênc kesan, Brîtanya bi wergirtina du hezar û du sed penaberan li pleya sîyê tên.
