NATO li ser daxwaza Tirkiyê dicive

NATO li ser daxwaza Tirkiyê dicive

Rojava News: Tirkiyeyê di çarçoveya madeya 4’emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de banga civînê li Konseya NATOyê kir. Biryare ku Konseya NATO 28’ê Tîrmehê bicive.

 

Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî êrîş û gefên dawî yên li dijî ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê wan jî hin tevdîr standin û operasyon li dar xistin.

 

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de wiha hate gotin: ”Ji bo agahdarkirin û şêwrê, di çarçoveya madeya 4emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de Konseya NATOyê ji bo ku hefteya bê bicive ji aliyê me ve hatiye vexwendin.”

 

Hate gotin ku dê Konseya NATO di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg de, roja Sêşemê 28’ê Tîrmehê bicive.