Rojava News: Berpirsekî Pentagon: “Bi tenê Tirkiyê razîbûye ku navendên wê yê leşkerî li ber hêzên Hevpeymaniyê veke.”
Berpirsekî bilind di Wezareta Bergiriya Amerîka (Pentagon) de ragihand ku ti rêkeftin di navbera Amerîka û Tirkiyê de tineye ji bo avakirina navçeyek li dijî firînê li Sûriyê, ev daxuyanî berî çend seetan ji girêdana civîna NATO der tê.
Berpirsê Pentagon got: “Ti rêkeftin tineye li ser navçeya aram li Sûriyê di navbera Amerîka û Tirkiyê, lê Tirkiyê razîbûye ku rêkê bide Amerîka ku bingeh û navendên leşkerî bikarbîne û ev jî nêzîkbûnekê çêdike ji bo navçeya dijî firînê (Navçeya Aram).”
Berpirsê Pentagon dibêje: “Niha ti rêkeftinek tineye derbarê navçeya aram û civîna NATO jî ji bo gotîbêjkirina derfetên hevkariyê ye.”
Tirkiyê daxwaz kiriye ku civîna ne asayî a NATO bê li darxistin ji bo gotûbêjkirina rewş û cenga ku li herêmê dibe ku Tirkiyê wê wek mertisî li ser ewlekariya xwe dibîne.
