Di civîna NATO de rojev Tirkiye, PKK û DAIŞ e

Di civîna NATO de rojev Tirkiye, PKK û DAIŞ e

 

Rojava News: Nûnerê 28 welatên endamê NATO'yê, li ser daxwaza Tirkiyê îro li paytexta Belçîka Brûkselê dicivin.

 

Dewleta Tirkiyê piştî zêdebûna rûdanên tundî û dijwariyê, ji bo welatên endamê NATO’yê derbarê tevdîrên xwe de agahdar bike, bang li welatên endam kiribû ku civînekê bikin.

 

Berdevkê NATO Oana Lungescu, diyar kir ku wê Konseya NATO îro li Brûkselê bicive. Lungescu diyar kir ku di dîroka NATO de eve cara pênca ye ku li ser daxwaza welatekê civîn pêk tê.

 

Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê beriya niha di çarçoveya madeya 4’emîn ya Peymana Atlantîk a Bakûr de bang li welatan kiribû ku bicivin.

 

Li gor madeya 4’emin ya peymana NATO’yê, heger liser ax, serxwebûna siyasî yan jî ewlekariya welatek endam gefek hebe, welat dikarin şêwrê bikin.