Rojava News: Encûmena Asayişê ya Navdewletî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bo gotûbêjkirina derbarê kirîzên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê niha di civînê de ye.
Îro Encûmena Asayişê ya Navdewletî ya ser bi NYyê ve civîna xwe ya taybet bi gotûbêjkirina kirîzên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê pêk anî.
Di civînê de Sekreterê Giştî yê NYyê, Ban Ki Moon axifî û ragihand: “Çaresernekirina kirîza Sûriyeyê bûye sedema çêbûna rêxistina DAIŞê û tundûtîjiyê li navçeyê.”
Ban Ki Moon di axavtina xwe de daxwaz ji welatên endamên Encûmena Asayişê ya Navdewletî û hemû civaka navdewletî kir, bo çareserkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê hewl bidin û dawî bi êş û kelemên gelên Sûriyeyê bînin.
Sekreterê Giştî yê NYyê daxwaz ji aliyên şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî kir, ku li ser bingeha daxuyaniya Jinêvê dest bi gotûbêjên aştiyê bikin.
Moon tekez kir: “Daxuyaniya Geneva (Cinêv) kilîla çareseriya kirîza Sûriyeyê ye.”
