Rojava News: Hat ragihandin li Komara Çeçenistanê 3 jinan rêxistina DAIŞê xapand.
Li gorî agahiyan, 3 jinan li Çeçenistanê bi rêya înternetê pêwendiyên xwe li gel rêxistina DAIŞê çekirin û ji wan re gotin, ew dizwazin tevlî refên rêxistinê bibin, lê perê wan nîne.
Piştî rayedarên DAIŞê pere ji wan her sê jinan re şand, wan pêwndiyên xwe ligel DAIŞê qut kirin.
Polîsên Çeçenistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê yên Çeçenistan ew her sê jin girtine û di vê bareyê de lêpirsîn bi wan re kirine.
Di daxuyaniya polîsan de hat gotin, di lêkolînan de wan her sê jinan, îtiraf kirine 3 hezar û 300 dolar ji rêxistina DAIŞê wergirtine.
Ew her sê jin li xwe mukir hatin, wan pere ji rayedarên DAIŞê standine, lê armanca wan ne tevlîbûna DAIŞê bû û wan ji ber pereyan DAIŞ xapandin.
